Wan-Hevseroka Giştî ya HDP’ê di serdanan de bal kişande ser tecrîdê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di dema hevdîtinên xwe yên li Wanê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo.
Pervîn Buldan diyar kir divê tecrîd tavilê bê rakirin û Rêber Apo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Her wiha Bûldan destnîşan kir ku mijara tecrîdê tenê Kurdan eleqedar nake û xwest her kes li dijî vê yekê helwest nîşan bide.

Bi wesîleya cejna qurbanê Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Çepên Kesk serdana gel, sazî û rêxistinan kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku di şandeyê de cih digirt li Wanê serdanên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê de Pervîn Bûldan îro jî serdana gelek sazî û rêxistinan kir.

Pervîn Bûldan: Pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê tenê bi têkoşînê dikarin bên çareserkirin

Di serdanan de Bûldan diyar kir ku pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê tenê bi têkoşînê dikarin bên çareserkirin û wiha got:

“Heke em têbikoşin dê êşên bi vî rengî neyên jiyîn.

Polîtîkaya înkarê ya îktîdara AKP’ê ya li ser gelê kurd û gelên din didome.

Ev zîhniyet, hemû fikrên cuda tune dihesibîne.

Têkoşîna me ji bo mîsogerkirina nasname û azadiya gelê kurd û domandina têkoşîna demokrasiyê ye.

Lewma jî girînge ku em rewşeke hebûna kurdan tê qebûlkirin ava bikin.”

Pervîn Bûldan: Yek ji mijara herî hesas a gelê Kurd birêz ocalan e

Bi domdarî Pervînê bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo.

Pervîn Bûldan bibîrxist zêdetirî du sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin û ev tişt anî ziman:

Yek ji mijara herî hesas a gelê kurd jî birêz Ocalan e.

Bêguman gelek sedemên vê tecrîdê hene. AKP bi vê tecrîd û van sepanan sûc dike.

Pervîn Bûldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike

Tecrîd, sûcekî li dijî mafên mirovan e. Ev rewş êdî li tevahiya civakê hatiye belavkirin.

Em vê tecrîdê qebûl nakin, divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê bê bidawîkirin.

Pervîn Bûldan: Divê tecrîd bikeve rojeva civakên tirkyê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di dawiyê de destnîşan kir ku mijara tecrîdê tenê kurdan eleqedar nake û got:

Divê tecrîd bikeve rojeva civakên Tirkyê.

Tecrîd, pirsgirêkeke mafê mirovan e û her kesê ji xwe re dibêje mirov jî divê pê re eleqedar be.”

Wan-Serdana şandeya HDP û Partiya epên kesk ya ji bo cejnê îro jî dewam kir

Back to top button