Li Swîsreyê standa agahdarkirina pêngava azadiyê hat danîn

Li Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” standa agahdarkirinê hat danîn.

Li qada standê wêneyê Rêber Apo hatin danîn û der barê tevger û fikrên Rêber Apo de gel hat agahdarkirin.

Siyasetmedar Mazlum Kizildag li vir axivî û diyar kir ku divê ji bo pêngavê em erkên xwe pêk binin

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothûrnê (CDK) Hulya Gokalp jî axifî û got:

“Heta azadiya Rêber Apo em ê xebatên xwe bêyînavber bidomînin.”

Aktîvîst Serhed Toprak jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo rê li ber kriz û pisgirêkan vedike.

Eger tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin, hem qeyran û hem jî pevçûnên hene wê bi dawî bibe.

Endamê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî Yusuf Gunduz jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo êdî ji bo gel hatiye asteke ku nayê qebûlkirin.

Suryaniyan ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin

Back to top button