HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn, eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got:
“Hevrê Zana, Berxwedan û Zagros di vê pêvajoya berxwedanê ya dîrokî de bi fedakarî û kedeke bêhempa pêşengî kirin.”
HPG’ê ji malbatan hêja yên şehîdan, tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gêrîlayên li herêma Zapê şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyaniya HPG ya têkildarî şehadeta gerîlayan bi vî rengî ye:

“Artêşa Tirk a dagirker 22’ê Hezîranê ji Qadên Berxwedanê yên Kokerê û Şikefta Birîndara yên Zapê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Di vê operasyonê de dagirkeran deverên gêrîla gelek caran bombardûman kirin.

Di wê êrişê de hevrêyê me derbên giran li dagirkeran xistin û herî kêm 2 dagirker ceza kirin.

Hevrêyê me Zagros, Zana û Berxwedan di encama bombardûmanê de şehîd bûn.”

HPG’ê ragihand ku gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, derbên giran li siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger dixin û got:

“Hevrêyên me Zana, Berxwedan û milîtanê fedaî yê gelê Ereb hevrêyê me Zagros di vê pêvajoya berxwedanê ya dîrokî de bi fedakarî û kedeke bêhempa pêşengî kirin.”

HPG’ê di dawî de ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Nsanameya gêrîlayên ku li herêma Zapê şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Zana Govend
Nav û paşnav: Zafer Akgun
Cihê jidayikbûNê: Mêrdîn
Dayik: Behiye
Bav: Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 23 Hezîran 2023, Zap

Nasnav: Berxwedan Gabar
Nav û paşnav: Salîh Dayan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik: Mevlude
Bav: Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 23 Hezîran 2023, Zap

Nasnav: Zagros Serêkaniyê
Nav û paşnav: Cîhad Xalid Huseyîn
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Dayik: Tayha
Bav: Xalid
Dem û cihê şehadetê: 22 Hezîran 2023, Zap

Back to top button