AKP’Ê BERPIRSYAR JÎ DI NAV DE NÊZÎ 100 ENDAMÊN HIZBULLAH SERBEST BERDAN

Dewleta tirk a dagirker li pey planên qirêj e. Hikumeta AKP û Serokê wê Erdogan hemû endamên hizbullahê serbest berdan. Berpirsyar jî di nav de nêzî 100 endamên hizbullahê ji aliyê dozgeriya Tirkiyê ve serbest hatin berdan.

Malpera T 24 li ser mijarê agahiyên berfireh belav kirin.

Li gorî malperê Piştî berdana van kesan li girtigehên Tikriye ti endamên hizbullah di girtîgehê de nemane.

Ango Serokê AKP’ê Erdogan ku girtin û binçavkirina li Tirkiyê zêde kiriye, endamên hizbulla yên metirsîdar hemû serbest berdan.

Balkêş e ku li gorî zagonên Tirkiyê ev kesane di vê heta hetayî di zindanan de maban.

Lê di sala 2018’an de destura bingehîn a Tirkiyê ji bo berdana van kesan li ser daxwaza AKP’ê biryarên nû derxistin.

Balkêş e ku ev biryar tenê ji bo girtiyên huzbullahê derbas dibe.

Di sala 2011’an de careke din jî 34 endamên rêveberiya Hizbullah hatibûn berdan û ev kes di demeke kin de ji Tirkiyê derketibûn.

Diyar e ku hikumeta faşîst a AKP û serokê wê Erdogan careke din li ser planên qirêj ên li herêmê di nava hemleyên nû de ye.

Leave a Reply

Back to top button