Malbatên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê ji PDK’ê xwestin ku cenazeyên şehîdên Xelîfanê û birîndaran radestî PKK’ê bike.
5’ê Îlona 2022’yan li devera Balîsanê ya Xelîfanê li dijî komek gerîlayên azadiya Kurdistanê êriş pêk hat.
HPG’ê ragihandibû ku di êrişê de 3 gerîla şehîd bûne û 2 jî birîndar bûn û ketin destê PDK’ê de.
Dayîka şehîd û Endama Komîteya Malbatên Şehîdên Rojhilatê Kurdistanê Pirşeng Şaho li ser mijarê axivî û got:
“Komek gerîlayên ku ji bo gel û nîştiman têkoşîn dikirin, mixabin niha di destê PDK’ê de ne û çarenûsa wan ne diyare.”
Pirşeng bang li PDK’ê kir ku dest ji hevkariya bi dijmin re berdin û êdî bila destê Kurd bi xwîna Kurd sor nebe.
Bavê şehîd û Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên Rojhilatê Kurdistanê Rustem Sultanî jî axivî û got:
“Komek gerîla li Xelîfan ketin dest PDK’ê. Ew gerîla ji bo xak, av, nîştiman û Kurdistanê têkoşîn dikin.
Divê kak Mesûd bizane êdî bese, bila zextê li Kurdan neke.”
Rustem Sultanî ji PDK’ê xwest ku şehîd û birîndarên Xelîfanê radest bike û ji vê zêdetir gel nefretê ji we neke.”



