Li Amedê hûnermend Sarya Ertaş jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Li Bakurê Kurdistanê zext û operasyonên qirkirina siyasî didime.
Vê sibê polîsên dewleta Tirk a dagirker li Amedê di ser gelek malande girt û gelek kes binçavkir

Polîsan dewleta Tirk a dagirker li Amedê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û herî kêm 4 kes binçavkirin.

Hate ragihandin ku di serdegirtinan de hunermend Sarya Ertaş jî di nav de kesên bi navê Zîlan Dag, Berdan Çelîk û Mazlûm Kardaş hatinebinçavkirin.

Hate hînbûn ku kesên ku sedemê binçavkirina wan nehate zanîn li mûderiyeta polîsên dagirker ya Amedê tên ragirtin.

Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçaviriyan zêde bibe.

Hûnermend Sarya Ertaş bi welatparêziya xwe û kurdewariya xwe tê nasîn. Dagirker dixwaze pêşiya deng û awazên hûnermend Sarya Ertaş bigrin.

Lê wê deng û awazên hunermend Sarya Ertaş nezaretxaneyan û qeyd û bendan bişkîne!

Back to top button