Dagirker ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabatayê 24 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, dagirkeran bi ser gundên navçeya Mabata de girtin û 24 sivîl ji gundên Mîrkan û Kokanê revandin.
Li navçeya Raco jî dagirkeran du zarok ji gundê Moseka revandin.

Li Efrîna dagirkirî, rojane sûc û hovîtiyên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyan zêde dibin.

Çeteyan duh careke din bi ser gundê Mîrkan yê navçeya Mabata de girt û tevî jinek û zarokên wê 7 sivîl revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûrî, çeteyan şêniyên bi navê

Mihemed Reşad Xelîl Norî (46)

Sefqan Ehmed Mistefa

Ebdo Kînc Xemîs

Ebdulqadir Weo

Silêman Mihemed Reşad (18)

Leyla Mehmud Cefar û kurê wê Mihemed Amir Henan revandin.

28’ê Kanûnê jî, çeteyan hevjînê Leyla yê bi navê Amir Mihemed Henan revandibû.

Heman rojê 28’Kanûnê, çeteyan bi ser gundê Kokanê yê Mabata girt û 2 jê kalmêr 17 sivîl revandin.

Rêxistinê da zanîn ku, piştî nîvê şevê hemû kesên girtî, piştî soza dayîna 10 teneke zeyt dan, hatin berdan.

Ji gundê Korzêlê yê Şêrewayê jî çeteyan welatiyê bi navê Seleh Şikrî Ebdo revand.

Heta niha çarenûsa kesên revandî nayê zanîn.

Dagirkeran du zarok ji gundê Moseka yê Raco revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên dermirovî li dijî zarokên Efrînê jî didomînin

Li navçeya Raco, 21’ê Kanûnê, çeteyan du zarok ji gundê Moseka revandin.

Çeteyan keça 16 salî ya bi navê Fatme Mihemed Reşkêlê û birayê wê Ebdo yê 15 salî revanidin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrîn-Sûrî diyar kir ku çeteyan piştî çend rojan Ebdo berdan, lê heya niha çarenûsa Fatme ne diyar e.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî ragihand ku ji dsetpêka meha Kanunê, dagirkeran 130 sivîl ji Efrînê revandine.

Back to top button