ALIYAN DI “ASTANA 13” DE LI SER DÎROKA LIDARXISTINA “ASTANA 14” LI HEV KIRIN !

Gera 13’emîn a danûstandinên Astanayê der barê aloziya Sûriyê de îro bi dawî bû. Weke gerên beriya xwe gera 13emîn jî bi encamên tevlihev û bi nakok bi dawî bû. Rejîma Sûrî bi mercên ku herêma ”Bêçek” were avakirin, li ser ragihandina agirbestekê li Idlibê erê kir. Lê Endamekî Komîteya Destûrî ev agirbest derewand û tekez kir ku ew ê pabendî ve agirbestê nebin. Jixwe weke her car tişta ku aliyên beşdarên danûstandinan li serê li hev kirin, dîroka lidarxistina gera 14emîn a Astanayê bû.

Duh bi garantiya Rûsiya. Îran û Tirkiyê 13emîn danûstandinên Astanayê der barê aloziya Sûriyê li paytexta Kazexistanê , Nûr Sultan de dest pê kir.

Ev ger jî mîna hemû gerên berî xwe bi encamine tevlihev û bi nakok bi dawî bû..

Tenê xala ku bi rengekî zelal li serê lihevkirin hate kirin, dîroka lidarxistina gera 14emîn a danûstandinên Astanayê ku wê di Cotmeha bê de were lidarxistin.

Her wiha li ser peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo alozya Sûrî, gihandina alîkariyên mirovî û çareserkirina kirîza penaberan jî di danûstandinan de hat tekezkirin.

Nûnerê Taybet yê Rûsyayê Elksender La vern tîv duh roja yekîmîn ji danûstandinan bi ”Erênî” nirxand.

Her wiha ajansa Sanayê ya rejîmê ragihand ku rejîma Sûrî bi merc, agirbesteke ku li Îdilbê pêk bê erê kiriye.

Agirbest duh êvarî derbasî pratîkê bû.

Li gorî lihevkirinê divê çeteyên li Idlibê 20 kêlometre dûrî herîma ”Bêçek” bimînin.

Her wiha divê çete çekên xwe yên giran û navîn radest bikin.

Rûsya ji aliyê xwe ve gav, bi gaveke baş dît.

Lê yekser endamê komîteya bi navê ”Komîtya Destûrî” Îbrahîm El-Cebawî ev agirbest derwand û tekez kir ku ew ê pabendî vê agirbestê neyên.

El-Cebawî ji ajansa North Press’ê re axivî û diyar kir ku agirbest tenê ji aliyê Sûriye û Rûsiyayê ve hatiye ragihand.

Têkildarî agirbestê Îran jî dengê xwe derxist û tekez kir ku ”Agirbest” wê çeteyên li Idlibê venehewîne.

Hejayî gotinê ye ku di encamê bibinketina gera 12emîn a Astanayê de operasyonên leşkerî yên rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsiyayê li gundewarê Idlib û Hemayê dest pê kirin.

Di encam de bêhtirî 500 kuştî û bi sedhezaran penaber çêbûn…ev encamên gera12emîn bûn, îcar ka encamên gera 13emîn gelo wê çi bin؟؟؟

Leave a Reply

Back to top button