Dayîkên şehîdên YPJ’ê: YPJ nasnameya hemû jinan e

​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê salvegera 8`emîn a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin pîroz kirin û gotin: “YPJ`ê nasnameya hemû jinan e û êdî li cîhanê bûye nimûneya lehengî û qehremeniyê.”

YPJ`ê 4`ê Nîsana 2013`an hat damezirandin.

Bi vê boneyê dayîkên şehîdên YPJ`ê axivîn û YPJ’ê bi nasnameya xwe bi nav kirin.

Dayîka şehîd Rîhan Gulo, Cîhan Gulo, salvegera 8`emîn a damezirandina YPJ`ê li rêber Apo û şervanên jin ên li eniyên şer, pîroz kir.

Cîhan Gulo anî ziman ku şehîd Rîhan xetereya li ser welatê xwe ferq kir, ji lewre rêya têkoşînê hilbijart û heta dawiyê bi ruhê berpirsyariyê welatê xwe parast.

Dayîka şehîd Zêneb Hesen, Behiye Sebrî jî destnîşan kir ku “YPJ`ê li cîhanê nasnameya jinan temsîl dike, bi saya fedekarî, lehengî û qehremeniya wan dengê jinên Kurd li cîhanê veda.”

Dayîka şehîd Newroz Mihemed, Mehfûze Cemîl jî anî ziman ku Newroz ji ber zilma ku li ser jinan di civakê de dihat meşandin, tev li YPJ`ê bû.

Ji destpêka avabûna vê hêzê, bi hezaran jinên li herêmê tevlê bûn, bi berdêlên giranbûha xaka xwe ji êrîşên dagirkeran parastin.

Back to top button