Asta avê ya deryayê bi helîna li Nîvgiroverika Bakur zêde bû

Ji ber qeşaya ku li Nîvgiroverika Bakur li dawiya Serdema Qeşayî heliyayî asta avê ya deryayê serê her sedsalê bi metreyan rabûye.

Li gorî lêkolîna ku pisporên Zanîngeha Durham a Îngilistanê kirî beriya ji ber helandina tebeqeyên qeşayê yên beriya bi 14 hezar salan di zêdebûna asta avê ya deryayê de bi roleke girîng rabûye.

Hate diyarkirin rabûna avê ya wê serdemê ji ya niha 10 caran bileztir bûye.

Dawiya serdema qeşayê beriya niha bi 14 hezar û 600 salî li Nîvgiroverika Bakur gelek qeşa heliyane.

Û berevajî ya ku tê zanîn ne li Antartîkayê bi giştî li Bakurê Amerîka û Skandînavyayê ji ber helîna tebeqeyên qeşayê asta avê ya deryayê 500 salî pir rabûye.

Li gorî lêkolînê wê serdemê asta deryayê her sal bi giştî 3,6 metreyan rabûye, tenê wê serdemê 18 metroyan rabûye.

Li gorî lêkolînê rabûna asta avê ya deryayê li gorî wê demê 10 qatan bileztir e.

Bi van daneyan heta dawiya sedsala 21’ê ava deryayê bi qasî 1-2 metroyan wê rabe.

Back to top button