Ixwanan biryar da ku baweriyê ji hikumet El-Fexfax bikişînin

Li gel nakokiyên giran ên di navbera wan û hikumeta Tûnisê de, Tevgera Nehda ya Ixwanî biryar da ku baweriyê ji hikumetê bikşîne..

Rayedarekî partiya Nehda ya Tûnisê Îmad el-Xemîrî ji Ruetersê re ragihand ku “partiyê biryar daye êdî bawerî ji hikumeta Îlyas el-Fexfax were kişandin”.

Ji ber berjewendiyên wan ne yek in, partiya Ixwanî ku parlamenê bi rê ve dibe, ev biryar da, ku dibe ev yek aloziya welat kûrtir bike.

Nehda 54 parlamenterên wê hene û hewcedarî 109 dengan e heya karibe vê baweriyê bikşîne.

Duşemê jî el-Fexfax gotibû “ew ê guhertinekê di hikumetê de çêkin, da bi berjewendiya welêt re bigunce”.

Back to top button