Sebrî Nebo: Bi bêdengiya hêzên navneteweyî asta koçberiyê zêde bûye

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo diyar kir ku bêdengiya navneweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk asta koçberiyê zêde dike. Li gorî Sebrî Nebo di herdu mehên dawî de, 30 hezar kes ji ber sûcên artêşa Tirk a dagirker ji Girê Spî xwe li herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser girtine.

Li herêmên dagirkirî, sûcên derexlaqî yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên resen zêde bûne.

Armanca pêkanîna van sûcan ew e ku herêmê ji niştechinên wê vala bikin da ku dest bi guhertina demografîk bikin û çeteyên xwe li şûna wan bi cih bikin.

Li gorî Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeran asta koçberiyê zêdetir kiriye.

Sebrî Nebo:30 hezar koçber xwe li herêmên rêveberiya xweser girtine

Sebrî Nebo da zanîn ku di herdu mehên dawî de, 30 hezar koçber gihaştan bajarê Reqa û gundewarên wê û hîna jî pêla koçberiya berdewam dike..

Nebo anî zimên ku beşekî mezin ê koçber û niştecihên gundên li ser xetên temasê yên artêşa Tirk, li rojavayê bajarê Girê Spî û bakurê navçeya Eyn Îsayê ye.

Nebo da xuyakirina ku lewre ew nikarin jimara zêde ya koçberan pêşwazî bikin, ji ber ku ti rêxistinên mirovî alîkariyan pêşkêş nakin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî bang li hêzên navneteweyî û dewletên Ereban kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku dagirkeriya xwe bi dawî bike.

Li gorî daneyên Meclisa Kantona Girê Spî, jimara koçberên kantonê gihaît 100 hezar kesî.

Di nav de, derdora 4 hezar koçber li kampa Girê Spî ya li gundê Til Siminê yê başûrê Eyn Îsayê dimînin.

Koçberên din jî, li bajarê Reqa, Tebqa û gundewarên wê belav bûne.

Back to top button