“Partiyên Başûr, siyaseta qirkirina Kurdan a dewleta Tirk nabînin”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir ku rewşa Zînî Wertê ne tenê bûyerek di navbera PKK û PDK’ê de ye.

Eger planeke PDK’ê tune be, divê ji bo mayîn û venekişînê ew qasî israr neke. Karayilan got: Divê gel bizane ku tiştê ji dest wan tê dikin, lê eger şerek çêbibe, wê demê ne ew ê berpirsiyar bin. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan der barê rewşa dawî ya Zînî Wertê ji ajansa Firatê re axivî.

Têkildarî guhertinên nû yên li Rojhilata Navîn û bandora wan li Kurdan, Karayilan diyar kir ku “Rojhilata Navîn nû tê sazkirin û dagirkerên Kurdistanê taybet dewleta Tirk, naxwaze Kurd di pergala nû de hebin”.

Ji ber vê jî, li gorî Karayilan, dewleta Tirk îro li çar beşên Kurdistanê siyaseta qirkirinê ya nû xistiye pratîkê.

Karayilan li hember vê siyaseta nû, bal kişand ser helwesta partiyên Başûr jî û got:

“Taybet PDK, hîn jî siyaseta Tirkî baş naxwîne.

Dewleta Tirk îro eşkere di çarcoveya mîsaqa mîllî de, dagirkeriya xwe li Efrîn heta bi Başûrê Kurdistanê berfireh dike.

Divê em vê rastiyê bibînin û xwedî helwest bin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê her wiha bal kişand ser aloziya Zînî Wertê û da zanîn ku rewşa wir, ne tenê bûyerek di navbera PKK û PDK’ê de ye.

“Eger armanceke PDK”ê ya cuda tune be, divê ji Zînî Wertê vekişe”

Karayilan dibêje:

“Eger planeke PDK’ê tune be, gerek ji bo venekişînê ew qasî israr neke.

Eger PDK xwe ji Zînî Wertê bikêşîne, wê pirsgirêk çareser bibe û wê dewleta Tirk nikaribe vê rewşê bi kar bîne û fitneyê bixe nava partiyên Kurdî.

Murad Karayilan di dawî de ev bang kir:

“Eger planeke PDK’ê tune be, gerek ji bo venekişînê ew qasî israr neke.

“Her tiştek ast û sînorekî xwe heye divê ew yek bê zanîn.

Dibe em weke Kurd, pirsgirêkên me yên navxweyî hebin, em ê çareser bikin.

Ji bo wê jî em amade ne, lê her tişt bi me naqede.

Pêwîst e gelê me jî bizane.

Tişta ku ji dest me tê, em dikin.. lê aliyên ku di vê mijarê de rola xwe nalîzin, wê ew berpirsiyar bin”

Back to top button