ENKS: Divê çeteyên dewleta Tirk ji Efrînê derkevin û bên cezakirin

Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS’ê, bi daxuyaniyekê bûyera herî dawî ya li dijî her 11 jinên Efrînê, şermezar kir û weke bûyereke şermok der heqê mirovahiyê de, bi nav kir. 

ENKS’ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk, binpêkirinên tirsnak li herêma Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî pêk tînin û teqez kir ku ew sûcên dûrî nirxên mirovahiyê dikin.

Li ser vê jî, ENKS bang li civaka navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn van binpêkirinan bisekinîne û çeteyan dadgeh bike.

Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê her dawî banga derxistina van çeteyan jî kir û xwest herêm radestî şêniyên wê yên resen were kirin.

Back to top button