Li Efrînê..Çete tevî jinan, zarokên bişîr jî direvînin

Li Efrînê dagirkirî, pîvanên exlaqî û navdewletî tên binpêkirin.

Piştî dîtina 11 jinan di girtîgeha çeteyên El-Hemzatê de, vê carê bi belge hat zanîn ku çete zarokên bişîr jî revandine.

Her wiha careke din çeteyên El-Hemzat ew her 11 jin vegerandin girtîgeheke xwe ya din.

Li ser rêya DAIŞê, dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê rastiya xwe eşker dikin..

Her dawî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî, dîmenekî din ê jinên ku di girtîgeha çeteyên El-Hemzatê de hatin dîtin, par ve kir..

Di vî dîmenî de, xuya dibe ku çeteyan li gel jinan, zarokên bişîr jî revandine.

Navendê, teqez kir ku ev kirin berî her tiştî li dijî tevahî hevpeymanên navdewletî yên girêdayî dayîk û zarokên bişîr e.

Çeteyên El-Hemzat careke din jinên revandî, birin cem xwe

Li aliyê din, Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên ‘El-Hemzat’ 26 girtî di nav de jî ew 11 jin û zarok careke din vegerandin girtîgeheke xwe ya li gundê Basûtê yê Şêrewayê..

Rêxistinê da zanîn ku çeteyên qaşo ‘Şirta El-Eskeriyê’ ew jin li dibistana Amedehî yê Tîcara de girtibûn. Bi hêsanî jî radestî çeteyên El-Hemzat kirin.

Çeteyên El-Hemzat 40 ciwanên kurd revandine

Li gorî Rêxistinê, çeteyên El-Hemzat 40 ciwanên Kurd ên ji Efrînê ku piranî ji gundê Coqê, Bablît, Kîmar, Dargirê û Dimilyayê ne, revandine.

Kesên ji aliyê El-Hemzat ve hatine revandin

Bi giştî navê wan jî wiha ne:

Mihemed Minle Mihemed bin EbdilKerîm 44 salî

Ebdil Menan Minle Mihemed bin Tahêr 65 salî

Tahêr Minle Mihemed 23 salî

Roken Minle Mihemed 27 salî

Kewa Cemal Omer hevjînê Rokenê 29 salî

Locîn Ebdo ji Kokana jêrî ne û xwendekara zanîngehê ye.

Rojîn Ebdo ji ji Kokana jêrî ne

Newroz Enwer Bekir ji Reco ye

Valantîna Erselan Mistefa ji gundê Dêrwîşê Şera ye

Roşîn ji gundê Darkirê ye

Jinek ku navê wê nehat zanîn, lê di girtîgehê de zarokê wê jidayîk bû

Ferîde, paşnavê wê hîna nehatiye zanîn

Nediya ji gundê Bîbeka

Nazliyê ji navenda Cindêrsê ye.

Melek Nebîhe Cimi’a

Arîn Dilî Hisên ji Kîmarê ye

Heyfa Casêm 27 salî ye

Cîhad Dawûd 44 salî

Hisên Emîn bin Enîs 41 salî

Arêf Şêx Hemo 21 salî

Mihemed Şêx Hemo 22 salî

Besam Ehmed 34 salî

Luqman Mihemed 25 salî ji gundê TilSilorê ye

Semîr Emîn Nehsen ji gundê Reca yê Recoyê ye

Selah Dîn Safî 26 salî

Mihemed Ebdo ji Kokana jêrî ye

Back to top button