Komîteya koçberên Serêkaniyê pêngava vegerê ragihand

Sibê salvegera 3’an a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxuyaniyekê pêngava” Vegera ewle mafekî rewa ye” ragihand.

Daxuyanî li kampa Waşûkanî ya li Hesekê bi beşdarbûna bi dehan koçberan hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê komîteyê Mehmûd Cemîl hate xwendin.

Di daxuyaniyê bal hate kişandin li ser binpêkirinên mafên mirovan yên li herêmên dagirkirî û hate diyar kirin li Serêkaniyê ji aliyê dagirkran ve dizî, talankirin, binçavkirina mirovan û guhertina demograf dewam dikin.

Herî dawî Komîteyê bang li civata navneteweyî kir ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên bi dawî bike û berpirsyariya xwe ya li hember koçberan bi cih bîne.

Tevgerên Jinan banga dawîkirina dagirkeriya Tirk kirin

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman armancê daxuyaniyek hevbeş dan.

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm daxuyanî xwend.

Jinan sûc û hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî şermezar kirin û banga derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê kir.

Back to top button