Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê ku serdana Bexdayê kir, bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin pêk anîn.
Şandeya HDP’ê ku ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Feleknas Ûca û parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî pêk dihat, bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin kir.
Hate diyarkirin şandeyê têkildarî bûyer û peşketinên dawî yên li herêmê hevdîtin pêkaniye.
HDP’ê, li ser hesaba xwe ya twîtterê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya xwe de HDP’ê diyar kir hevdîtina şandeya wan a bi Berhem Salih re encam girtî bû.