KCK’ê hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxand

KCK’ê encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxand û diyar kir gel di hilbijartinan de derseke dîrokî da AKP-MHP a faşîst mêtinger.
KCK’ê Ji ber vê serketina dîrokî û bi wate ya gelê Kurdistanê yê welatparêz, pîroz kir û got:
Li Tirkiyê teqez wê faşîzm hilweşe û Tirkiye demokratîk bibe.
Siberoja Tirkiye û Kurdistanê wê ji aliyê gelan, hêzên demokrasiyê û têkoşîna jinan ve bê diyarkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê di destpêkê de bal kişanse ser pêvajoya hilbijartinê û girîngiya encamên wê

KCK têkoşîna hemû beşên civakê yên ji bo têkbirina faşîzmê erenî nirxand û wiha got:

Desthilatdariya AKP-MHP’ê derfetên dewletê hemû, her wiha her cûre zext, zordarî û tundî xiste dewrê.

Bi vê re xwest ku îradeya gelê Kurd û hemû beşên civakê yên demokratîk neyê nîşandan.

Lê belê gelê Kurdistanê yê welatparêz li ber her cûre zext û zordariyê rabû, hemû beralî kir.

Gelê me di hilbiajrtinê de îradeya xwe bi rengekî xurt nîşan da, mohra xwe danî binê serketineke mezin.

KCK’ê diyar kir gel di hilbijartinan de derseke dîrokî da AKP-MHP a faşîst mêtinger û ev yek got:

Ji ber vê serketina dîrokî û bi wate ya gelê Kurdistanê yê welatparêz, em ji dil pîroz dikin û ji ber vê serketina dîrokî silav dikin.

Gelê me bi ti awayî rê neda faşîzmê û Kurdistan kir navenda têkoşîna rewa ya demokratîk.

Ev helwesta ku gelê me nîşan da, gaveke gelekî girîng e ku wê dawî li faşîzmê bîne.

Eşkere ye ku pêvajoya bê jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyyê û rizgariya civaka ji nava pençeyên faşîzmê, girîngiya Kurdistanê wê ji aliyê her kesî ve hîn baştir bê fêhmkirin.

KCK’ê encamên hilbijartinê yên ji aliyê dewletê ve hatine eşkerekirin jî nirxand û ev tişt anî ziman:

Encama ku di hilbijartinê de derkete holê teqez ne weke ya ku hatiye nîşandane.

Faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê bi zext û tundiyê hewl da pêşî li îradeya demokratîk a gel bigire, di heman demê de serî li her cûre hîle û fenan da û encam jî berevajî kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir bi nêzîkatiyeke hîn têgihiştî encamên hîn erênî dikarîbû bihatina bidestxistin û wiha bi dawî kir:

Weke tevger piştgiriya me ya ji bo vê pêvajoyê û têkoşîna me ya li ser vê bingehê wê bênavber dewam bike.

Li Tirkiyê teqez wê faşîzm hilweşe û Tirkiye demokratîk bibe.

Siberoja Tirkiye û Kurdistanê wê ji aliyê gelan, hêzên demokrasiyê û têkoşîna jinan ve bê diyarkirin.

Encamên hilbijartinan bi awayekî zelal nîşan didin ku wê ev yek bibe.

Back to top button