Li hember êrişên artêşa Tirk û rêjîma Îranê, nerazîbûn zêde dibin.
Li Başûrê Kurdistanê, 226 çalakvan, ronakbîr û kesayetan, êrîş şermezar kirin û bang li hêzên navdewletî û Rêveberiya Iraq û başûrê Kurdistanê kirin ku dengê xwe derbixin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker û Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Tevî rojane êriş pêk tên, hikumeta Iraq û Herêmê bêdeng in.
Li hember vê bêdengiyê, Nerazîbûna zêde dibin…
226 rewşenbîr, çalakvan û kesayetên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişan daxuyaniyek dan..
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her roj başûrê Kurdistanê bi hincetên cuda tê topbaran kirin û hat gotin:
“Di van bombebaran de gelek cihên welatiyan bûn hedef.
Zirarek mezin li welatiyan bûye û li herêmên ser sînor xelk ji gundên xwe bûne û malên xwe vala kirine.
Dewleta Tirk jî bi salane sînor derbas dike, pîvanên navnetewî û serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê binpê dike..”
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku Îran û Tirkiye bi êrişan dixwazin pirsgirêkên xwe yên navxweyî binixumînin û wiha dewam kir:
226 Rewşenbîrên Başûr: Divê êrişên li ser herêmê rawestin
“Divê pirsgirêkên xwe di nava sînorên xwe de çareser bikin.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî, konsolosên welatên Ewropa û Emerîkayê dikîn, ji bo pêşî li van êrişan bigirin, bi rola xwe rabin.
Em bang li serokkomarê Iraqê, hikumeta Herêmê û Iraqê dikin, helwesta xwe ya li dijî van êrişan nîşan bidin.”