Şehîd Ehmed El Sebaxe li Hesekê hat oxir kirin

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Îbrahîm El Sebaxe bi merasîmekê li Hesekê hat oxirkirin..

Ehmed Îbrahîm El Sebaxe 4’ê Cotmehê dema erka xwe ya li dijî şaneyên veşartî pêk dianî li gundê Nîtil ê Dêrazorê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeyên Şedadê, Mergede û Erîşa tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer a Dêrazorê Xeys El Xel axivî û got:

“Divê em bi hevgirtînê projeya xwe ya demokratîk a berdelên pêkhateyên herêmê hatiye avakirin, biparêzin.”

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Seîd El Xerîb diyar kir ewê li ser rêya şehîdan bimeşin û destketiyên xwe biparêzin.

Di dawiyê wesîqeya şehadetê a şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Back to top button