Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO û salvegera dagirkirina
Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyek da û got: Dagirkirina Serê kaniyê û Girê Spî dewama komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd e.
Meclîsê di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca komployê têkbirina tevahî civak û vîna jina azad bû û wiha got:
”Êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Serêkaniyê, Girê Sipî û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de hate kirin, dewama Komploya 9’ê Cotmehê ya 1998’an e.
Tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo, hemû pîvanên navneteweyî yên rêxistinên mafên mirovan binpê dike.
Lê li hemberî wê bêdengiya heyî jî civaka navneteweyî rastiya vê siyaseta qirêj û qirker derdixe holê.”
Meclisa Kongera Star di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO, bi ronahiya ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi şoreşa jinan û her wiha dagirkeriya dewleta Tirk wê têk bibin.