Berlîn-MSD li gel parlamenterên Alman civiya

Sandeyeke MSD’ê bi armanca xurtkirina têkiliyên dîplomasî û gotubêjkirina doza Sûriyê û çareseriya siyasî, li paytexta Almanya Berlînê bi gelek parlamenterên alman re civiya.

Bi armanca xurtkirina têkiliyên dîplomasî û gotubêjkirina pirsgirêka Sûriye û çareseriya siyasî, şandeyeke MSD li Berlînê li gel gelek parlamenterên Alman civiya.

Şandeya ji berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan Hesen Elî, nûnerê MSD yê Almanya û Holanda Dr. Rizgar Qasim pêk hat.

Di civînan de berdevkê siyaseta derve ya partiya xiristiyan a demokratîk Jorken Hardt û pirsporê kar û barên bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn Dr.Carsten Wieland beşdar bûn.

Civîna 2’emîn li gel endama çepgirê Alman Svem Dagdlen û endamên partiya Kesk û endamê parlamentoyê Max Lux pêk hat.

Di civînan de, dozên cihêreng ên girêdayî Sûriye, çareseriya siyasî û rewşa li herêmên Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Şandeya MSD’ê teqezî bi rola Almanya di çarseriya siyasî de kir ku piştgiriya diyaloga di navbera sûriyan û hêzên wan ên demokratîk de dike, da ku aloziya li welêt çareser bibe û Sûriyeya nû bê avakirin.

Back to top button