Welatiyên taxa Tecîl Nû ya bajarokê Şemamik yê başûrê Kurdistanê li dijî nebûna xizmetguzariyê nerazîbûn nîşan dan
Li Hewlêr û navçeyên wê roj bi roj dengê nerazîbûnên li hemberî kêmî û nebûna xizmetguzariyê zêde dibe.
Li ser vê yekê şêniyên taxa Tecîl Nû ya bajaroka Şemamik a Hewlêrê li dijî kêmbûna xizmetguzariyê çalakî pêk anîn û 2 saetan riya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de girtin.
Taxa Tecîl Nû ji 400 heta 500 malbatan pêk tê, ku beriya 10 salan weke taxeke dîrokî ya Hewlêrê dihat naskirin.
Ximzetguzariyên sereke yên weke av, coyên avê û qîrkirina riyan nehatiye kirin lewma bû sedema nerzîbûnan.