QSD′ê nasnameyên 4 şervanên xwe yên ku dema li ser erka xwe bûn li Kobanê şehîd bûne, eşkere kirin.
QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên xwe ên li Kobanê şehîd bûne, eşkere kirin.
QSD’ê diyar kir dema 3 şervan li ser erka xwe bûn di encama qezayekê de û şervanek jî ji ber nexweşiyê şehîd bûn.
QSD’ê li ser jiyan û têkoşîna şehîdan wiha got,
“Şehîd Berçem Kobanê beşdarî berxwedana Kobanê û gelek pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû. Her wiha di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de jî cihê xwe girt.
Şehîd Birûsk Rojava jî xwedî hêvî û baweriya xurt a serketinê bû. Astengî nasnedikir û di berxwedan û têkoşînê de ji hevalên xwe re mînak bû.
Şehîd Dozvan Qasimî di oxira azadiya gel û welatê xwe de têkoşîna xwe bê dudilî meşand û bû mînaka hevaltiyê.
Şehîd Soro jî, nîşana fedakariyê bû, bi xurtî li dijî rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst şer kir û kêliyekê jî ji pêkanîna erka xwe ya şoreşger nema.
QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.
Li gorî daxuaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Navê tevgerî: Berçem Kobanê
Nav û paşnav: Ednan Şêx Mihemed
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Zekî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/1995
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Kobanê-20.10.2023.

Navê tevgerî: Birûsk Rojava
Nav û paşnav: Mihemed Hisên Mihemed
Navê dayikê: Îda
Navê bav: Hisên
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa/1999
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Kobanê-20.10.2023.

Navê tevgerî: Dozvan Qasimî
Nav û paşnav: Serwet Ehmed
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Îsmaîl
Cih û dîroka jidayikbûnê:Kobanê/1980
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Kobanê-20.10.2023.

Navê tevgerî: Soro
Nav û paşnav: Ebdulmecîd Îbrahîm El Sinêd
Navê dayikê: Ewş
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa/1998
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-20.10.2023′yan.”



