Dalmases: Ev bîryara me wê bandorê li tevaya cîhanê bike

2 sal berê parlementoya Katalanya bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir.
Endamê Parlementoya Katalan Francesc de Dalmases got,
Naskirina Rêveberiya Xweser ji bo pîvanê mafên mirovan û demokratîk e.
Ev bîryara me wê di demên pêş de bandorê li tevaya cîhanê bike.”

2 sal berê ango 20’ê Cotmeha 2021’an parlementoya Katalanya bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir.

Endamê Parlementoya Katalan Francesc De Dalmases I Thio bi vê boneyê ji ANHA’yê re axivî.

Dalmases diyar kir naskirina Rêveberiya Xweser ji bo wan pîvanên mafên mirovan û demokratîk e û wiha got;

“Ev bîryara me ji aliyê hêzên navnetewî de şaş tê şîrovekirin. Lê ev bîryara me wê di dema pêş de bandorê li tevaya cîhanê bike.”

Dalmases bal kişande li ser helwesta dewleta Spanya a li dijî vê bîryara wan û wiha dewam kir;

“Nêzîkatiya Spanyayê a li hember naskirina Rêvberiya Xweser binketin e. Ev nêzîkatiya Spanya bi têkiliyên dewleta Tirk re girêdayî ye.

Ji ber têkiliyên wan yên aborî û leşkerî hene. Ev yek jî dihêle ku Spanya Rêveberiya Xweser nas nake. Ev jî têkçûna demokrasiyê nîşan dide.”

Francesc De Dalmases I Thio êrişên dewleta Tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê jî weke metirsî nirxand û got,

“Ji ber welatên Ewropa Stastuya Rêveberiya Xweser nas nakin dewleta Tirk êriş dike. Bi naskirina statuyê wê di asta navnetewî de sûc û binpêkirinên dewleta Tirk hê zêdetir eşkere bibin.”

Back to top button