HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Gerîlayên şehîd her kêliyên xwe bi fedakariyên mezin derbas kirin.”
HPG’ê ji malbatê şehîdan û gelê Kurditanê re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameyên 3 gerîlayên ku şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna gerîla û wiha got:

“Her roj destanên lehengiyê tên nivîsandin.

Gerîlayên qehreman ji bo azadiya Kurdistanê bi dilekî ji pola şer dikin û şehîd dikevin.

Hevrêyên me Rozerîn, Têkoşîn û Harûn bi têkoşîna xwe ya demdirêj cihê xwe di dîroka têkoşînê de girtin û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Weke hevrêyên wan, em soza serxistina têkoşînê dubare dikin.

Ji malbatên hêja yên şehîdan re, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Rozerîn Şemzînan
Nav û Paşnav: Sarya Atîlla
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik: Gila
Navê Bav: Reşît
Cih û Dîroka Şehadetê: 24 Tebax 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Navnav: Têkoşîn Cizîr
Nav û Paşnav: Ayşe Arslan
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik: Emîne
Navê Bav: Nezîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 24 Tebax 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Harun Egîd
Nav û Paşnav: Mehmet Akin
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Huseyîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 24 Tebax 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button