Di çarçoveya hilbijartinên 14 Gulanê li Berlînê şahî hate lidarxistin

Hilbijartinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nêz dibin. Li Ewropa yê jî xebatên hilbijartinên didomin. Li her deverê bang li gel tê kirin ku li dijî desthilatdariyê dengê xwe bilind bikin û ji daxwaza azadiyê venegerin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li Ewropayê xebatên hilbijartinê didome.

Di çarçoveya hilbijartinan de, li paytexta Elmanya Berlînê şahî hate lidarxistin.

“Gelê Kurd wê di vê hilbijartinê de, Erdogan têk bibe”

Endamê Koordînasyona Hilbijartinê Huseyîn Yilmaz beşdarvanan silav kir û got:

“Gelê Kurd wê di vê hilbijartinê de, Erdogan têk bibe.”

Serokê Koma Meclîsa HDP’ê yê berê Ahmet Yildirim jî got, Ev hilbijartin firsendek dîrokî ye.

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî bang li gel kir ku bi yekîtiya xwe dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin.

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Herêma 2’emîn a Stenbolê Menekşe Kizildere jî di nava beşdarvanan de bû.

Menekşe Kizildere diyar kir ku roj roja tunekirina faşîzmê ye.

Partiya Çepên Kesk li Lozanê bi gel re li hev civiya

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Swîsreyê, jî ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li Lozanê bi gel re civiya.

Civîn bi tevlîbûna Hevşaredarê Amedê yê berê Firat Anli û Endamê Koordînasyona Hilbijartinê Mehmed Sutçu hat lidarxistin.

Di civînê de îşaret bi giringiya hilbijartinan hate kirin û gotin wê desthilatdariyê têk bibin.

Koordînasyona Hilbijartinê, her wiha li 13 navendan li nav malan digere.

Eleqeyek zêde nîşanî civîna Partiya Çepên Kesk a li Viyanayê hat dayîn

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî ji bo hilbijartinan civînek hate lidarxistin.

Eleqeyek zêde nîşanî civîna Partiya Çepên Kesk a li Viyanayê hat dayîn

Li ser xebatên hilbijartinê, sînevîzyon hat temaşekirin.

Piştre ji HDP’ê Parlamenter Garo Paylan axivî û got:

Welat veguheriye girtîgehê. Her dengekî ku hûn bidin, wê deriyên azadiyê veke.

Back to top button