Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê li Xelfetiyê serdan pêk anîn

Xebatên Hilbijartinê yên partiya Çepên Kesk bê navber didome. Li Botanê jin ji bo mitînga jinan seferber bûne û bênavber xebatan didin meşandin. Jinên Botanê bang tevlîbûna mîtîngê kirin .

Partiya Çepên Kesk ji bo pêkanîna azadiyê li welat di nava xebatan de ye.

Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê li Xelfetiyê serdanên cejnê pêk anîn.

Di serdanan de, li ser pirsgisrêkên heyî yên rojane û riyên çareseriyê, nîqaş hatin kirin.

Heyet çûn gundê Vahna û li wir serdana cejnê veguherî hevdîtina gel.

Namzet Dîlan Kunt axaftin kir û diyar kir ku wê coşa gund bandorê li gelek herêmên Rihayê bike.

Piştî axaftinan govend hatin gerandin.

Li Esenyûta Stanbolê buroya hilbijartinê hat vekirin

Ev jî Esenyûrta Stanbolê ye.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê buroya hilbijartinê li vir vekir.

Bi hezaran kes tevlî vekirina buroyê bûn.

Gel bi yek daxwaz û bi yek dengî çûyina desthilatdariya AKP-MHP’ê xwst û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kir.

Li Sancaktepe buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin

Li Sancak-tepe jî buroya hilbijartinê ya jinê hat vekirin.

Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê bi gelek jinan re meş pêk anî.

jinan diyar kir ku wê bi Partiya Çep a Kesk desthilatdariya AKP-MHP’ê bişkînin.

Partiya Çepên Kesk li Parka Yogûrtçû ya li Stenbolê şahiyek li dar xist

Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de Partiya Çepên Kesk li Parka Yogûrtçû ya li navçeya Kadikoyê jî Şahiya Biharê li dar xist.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP Pervîn Bûldan jî di nav de gelek nûnerên partiyan û siyasetmedar tevli şahiyê bûn.

Jinên Botanê banga tevlîbûna mîtîngê kirin

Li Botanê jin ji bo mitînga jinan seferber bûne û bênavber xebatan didin meşandin.

Wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk li navçeya Silopiya ya Şirnexê li qada Newrozê bi dirûşmeya, “Dîsa Jin, Dîsa Jiyan” mitîng bê li dar xistin.

Jinên Botanê banga tevlîbûna mîtîngê kir.

Back to top button