Artêşa Ukrayna careke din ket herêma Luhansk ê

Şerê li Ûkraynayê ku veguherîye şerê hêzên navnetewî bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Piştî Xarkovê, niha jî hêzên Ukrayna careke din derbasî xaka Luhanskê bûn. Li aliyekî din, Serokwezîra Îngilistanê soza piştevaniya 2,6 mîlyar dolar ji bo Ukrayna da.

Şerê ku wê 7 rojan dewam kiriban, 7 mehên xwe tejî dike.

Li rojhilatê Ukrayna dengê çekan qet kêm nabe.

Demsala zivistanê tê û şert û mercên erdnîgariya Ukrayna, rojên zehmet bi artêşa Rûsya dide jiyankirin.

Piştî êrişa dijber ya hêzên Ukrayna Tebaxê dayîn despêkirin, Rûsya roj bi roj lewaz dibe.

Serketinên Ukrayna yên li herêma Xarkovê, belavî derdur bû.

Piştî demek dirêj, hêzên Ukrayna careke din ketin xaka bajarê Luhansk ê.

Waliyê Luhansk Sergy Gaidai ragihand ku artêşa wan herêma Bilohorivka bi giştî xistin destê xwe.

Gaidai diyar kir ku ev herêmeke Lisiçansk ye û ew ê di demek nêz de herêmê ji artêşa Rûsya paqij bikin.

Dîmenên ku li ser Telegramê hatine parvekirin nîşan didin ku leşkerên Ukraynayî li kolanek tijî avahiyên hilweşiyayî nobetê digirin.

Ukrayna piştî pevçûnên demdirêj di meha Hezîranê de ji bajarên Severodonetsk û Lysychansk vekişiya.

Luhansk jî bi temamî ket di bin kontrola Rûsyayê de.

Tevî ku leşkerên Ukrayna hîn bajarekî sereke li Luhanskê negirtine, lê vegera leşkerên Kîevê bo Luhanskê nîşan dide ku ne mimkûn e ku Rûsya bi tevahî Donbasê kontrol bike.

Îngilistan 2.6 Mîlyar Dolar alîkariya leşkerî bide Ukrayna

Di vê navberê de, piştevaniya bo hêzên Ukrayna jî zêde dibe.

Serokwezîra Îngilistanê Liz Truss diyar kir ku wê piştevaniya Brîtanya ya ji bo Ukraynayê dewam bike.

Truss di vê çarçoveyê de, soza piştevaniya 2.6 mîlyar dolar alîkariya leşkerî bo Kîevê da.

Truss beriya serdana xwe ya bo Civata Giştî ya 77. a NY ya li New Yorkê, ev yek anî ziman.

Li gorî nûçeya jansa DPA ya Alman, Truss ji bo neçariya welatên Ewropa bi gaza xwezayî ya Rûsya ve ji holê rake jî wê bi lîderên cîhanê re bikeve nava danûstandinan.

Di serdema Biden de Amerîka 15.8 Mîlyar Dolar alîkariya Ukrayna kiriye

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîka, di serdema serokê welat Joe Biden û heta niha bi bihayê 15,8 mîlyar dolar alîkariya leşkerî bû Ukrayna hatiye kirin.

Wezaretê şêwazê alîkariya hatî kirin jî bi dane û beşên wê eşkere kir.

Back to top button