Bi dirûşmeya ‘Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê’ yekîmîn konferansa Parastinê ya ciwanên herêma Cizîrê dest pê kir. Konferans bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li navenda Aram Tîgran ya Çand û Hunerê ya li Rimêlanê tê lidarxistin.
350 delege ji herêma Cizîrê beşdarî konferansê bûne.
Komîteya amadekar a konferansê diyar kir ku konferans bi armanca nîqaşkirina rêbazên şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker li ser a ciwanan pêk tîne û rola wan di vê merheleyê de çi ye tê lidarxistin.
Endamê rêveber ê berê di Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Harûn Baran axivî û got:
“Divê ciwan bi rêbaza şerê gel ê şoreşgerî li hember êrişên dewleta Tirk, siyasetên qirkirin û şerê taybet bisekinin”
Di roja yekem a konferansê de stran, şano û werzîş hatin pêşkêşkirin.