Di dema ku her kes li benda Yekrêziyê ye, “ENKS” li Enqerayê ye

Di demekî de ku gelê Kurd li benda yekrêziya Kurdiye, rayadarên ENKS’ê bi wezîrê derve yê dewleta Tirk Mewlût Çavûşoglû re hevdîtinek pêkanîn. Ev hevdîtin di demek ku dewleta Tirk ya dagirker li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî li dijî gelê Kurd komkujiyan dike, pêkhat

Di demekî de ku li 3 beşên Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk li ser gelê Kurd sûcên mirovî dike, ENKS’ê di berjewendiyên xwe yên hizbî de îsrar dike.

Îro şandeyek ji Desteya Rêveber û têkiliyên derve ya ENKS’ê ku ji Feysel Yûsiv, Silêman Oso, Mihemed Ismaîl, Nîmet Dawûd û Kamîran Haco pêk dihat, bi wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu re civiya.

Çavûşoglû li ser tora civakî ev hevdîtin ragihand û dijberiya xwe li dijî gelê Kurd nîşanda.

Di civînê de Çavûşoglu teqezî li ser piştgiriya Tirkiyê li ser rola ENKS’ê di prossa siyasî û Îtîlafa Wetenî ya ku di sûcên şer yên dijî gelê Kurde hevkare.

Tevî hin mijarên din girêdayî tifaqên dawî yên navbera ENKS û Îtîlafê derbarê vegera koçberan ji bo herêmên wan weke Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê.

Ev civîn û serdanên ENKS’ê di demekî de tên ku her Kurdek li benda mizgîniya ragihandina Yekrêziya netewî ye.

Bi tabyet piştî rêzecivînên ku di çarçoveya banga Fermandarên giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û vekirina buroyên ENKS’ê piştî çend salan pêk hat.

11’ê Sibata li Stenbolê endamên ENKS’ê bi rayadarên MÎT a Tirk re jî rûniştibûn.

MÎT’a Tirk ji wan xwestibû ku bi îtilafê girêdayî dewleta tirk re têkiliyên xwe xurt bikin û tevlî civînê wan bibin.

Back to top button