Pedersen: Divê Rûsya û Tirkiyê ji bo kêmkirina şerê roleke sereke bilîzin

Nûnerê taybet ê navnetewî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen, bang li Rûsya û Tirkiyê kir ku bo kêmkirina şerê li Sûriyê kar bikin.

Nûnerê taybet ê navnetewî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen, îro derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de axivî.

Geir Pedersen bang kir ku divê Rûsya û Tirkiyê ji bo kêmkirina şerê li Idlibê roleke sereke bilîzin.

Pedersen got: Di dema operasyonên leşkerî de di nav de operasyonên li dijî komên teror, divê rêzgirtin ji qanûna insanî re were girtin.

Pedersen teqez kir ku hê jî koma “Heyet Tehrîr El-Şam” û hin rêxistinên din ên terorîst li Idlibê hene.

Her wiha Geir Pedersen li ser rewşa xirab ya li bakur-rojavayî Sûriyê û zêdebûna hejmara penaberan fikarên xwe anîn ziman.

Pedersen destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li deverên cuda li Sûriyê xwe birxistin dikin.

Nûnerê taybet ê navnetewî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen, li ser Komîteya Destûrî ya Sûrî jî got:

“Bi destpêkirina xebatên komîteya destûrî, heya neiha ti nêzîkatî di navbera aliyan de çênebûye.”

Back to top button