Jimara qurbaniyan vîrûsa Corona li cîhanê 100 hezar derbas kir

Virûsa corona ku li her devera cîhanê mijara sereke ya xelkê ye, bi belavûna xwe re jî hîna metirsiyê çêdike. Îro jî vîrûsê qurbaniyên nû li bîlançoya xwe zêde kir û jimara kesên li cîhanê bi virûsê ketine, 100 hezar derbas kir. Lê li aliyê din çirûskek hêviyê jî heye, ji ber ku rêjeya kesên ji nexweşiyê xilas dibin jî zêde dibe.

Vîrûsa Corona di nava 24 saetên dawî de jiyana gelek kesên din, bi dawî kir.

Li Çînê 30 kesên din mirin û jimara giştî gihişt 3 hezar û 42’an.

Piştî Çînê metirsiya herî zêde ya vîrûsê li Îranê ye.

Li Îranê 17 kesên din mirin û jimara giştî ya miriyan bû 124.

Li Iraqê ku 3 kes bi virûsê mirine, jimara giştî bû 38 û ji 17 sal û vir ve yekem car nimêja Înê li Kerbelayê nehat kirin.

Li Lubnanê hat raghandin ku êdî rewşa belavbûna virûsê ji kontrola wan derdikeve û 4 kesên din bi virûsê ketine.

Desthilatên Filistînî jî diyar kir ku 7 kes bi vîrûsê ketine û rewşa awarte heya mehekê ragihand.

Li Rûsiya 6, Malîziya 28 û li Misrê 12 kes bi virûsê ketin.

Li Fransa jimara kesên bi virûsê ketine bû 577 kes û 9 mirin.

Li Yuwnanistanê jî jimara giştî bû 45.

Li Almaniya jimara kesên bi virûsê ketine 500 derbas kir.

Li Koreya Başûr jî 518 rewşên nû hatin tomarkirin, bi vê re jî jimara giştî 6 hezar derbas kir.

Li tevahiya cîhanê zêdetir bal tê kişandin li ser jimara belavbûna virûsê û miriyan.

Lê zêde giringî ji bo rêjeya kesên ji virûsê xilas dibin nayê, dayîn.

Li gel belavbûna virûsê û zêdebûna jimara miriyan, çirûskek hêviyê jî heye.

Ji ber ku rêjeyeke mezin ji nexweşan ji vîrûsê xilas dibin.

Li jêdera corona Çînê ku jimara miriyan 3 hezar derbas kir, hat raghandin ku jimara kesên ku baş dibin zêde ye û jimara kesên ku bi virûsê dikevin kêm dibe.

Li Iraq û Kiwêtê du kesên ku bi virûsê ketibûn ji nexweşiyê xilas bûn.

Hêjayî gotinê ye heta niha li tevahiya cîhanê 100 hezar û 330 kes bi virûsê ketine.

Her wiha 3 hezar û 408 kes mirine û nêzî 55 hezar û 753 jî ji nexweşiyê xilas bûne.

Back to top button