RSF: Di 2023’an de 45 rojnameger hatine kuştin

Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) rêjeya rojnamegerên ku di sala 2023’an de hatine kuştin eşkere kir.
Li gorî Rêxistinê di nava 11 mehan de 45 rojnameger hatine kuştin.
Di sala 2023’an de tevî şerê li Xezayê hejmara rojnamegerên ku li ser erk hatine kuştin li gorî sala berê kêm bûye.

Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) rêjeya rojnamegerên ku di sala 2023’an de hatine kuştin eşkere kir.

Li gorî rapora Rêxistinê di 11 mehên 2023’an de 45 rojnameger hatine kuştin.

Ev rêje li gorî sala borî ku 61 rojnamevan hatibûn kuştin, kêmbûneke berçav nîşan dide.

Sedema sereke ya kêmbûna vê jî ew e ku îsal li gorî salên berê li Amerîkaya Latîn hêjmara rojnamegerên ku hatin kuştin kêmtir bûye.

Berî vê sala 2002 ku têde 33 rojnaeger hatibûn kuştin weke sala herî kêm rojnameger hatine kuştin hatibû tomar kirin.

RSF: 54 rojnameger dîl hatine girtin

Li gorî raporê hejmara rojnamegerên ku îsal dîl hatine girtin 54’e.

Di sala 2022’an de jî 65 rojnameger dîl hatibûn girtin.

Li Rojhilata Navîn heta niha 63 rojnameger hatine kuştin, lê ji van 17 kes di çarçoveya li ser kar de pêk hatine, di statîstîkên RSF’yê de cih digirin.

Ji 17 rojnamegeran 13’ê jê li Xezayê, 3 li Lubnanê û yek jî ji aliyê Hamasê ve li Îsraîlê hatiye kuştin.

RSF û Rêxistina Efûyê ragihandin ku wan bi hinceta “sûcên şer” ji ber van mirinan pêk hatine serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dane.

RSF: 521 nûçegîhan di girtîgehan de ne

Li gorî daxuyaniya RSF’ê di 2023’an de di şerê li Ukraynayê de 2 nûçegihan jiyana xwe ji dest dane.

Li Amerîkaya Latîn jî 6 rojnameger li ser erka xwe hatine kuştin, ev rêje di sala 2022’an de 26 bû.

Li Meksîkayê jî par 11 rojnameger hatibûn kuştin, lê îsal 4 rojnameger hatin kuştin.

RSF’ê hişyarî da ku Meksîka ji bo rojnamegeran xeternak e û diyar kir ku revandin û êriş dewam dikin.

Di cîhanê de rojnamegerên ku hatine revandin ji sêyan yekê wê li Meksîkayê rû daye.

Hejmara nûçegihanên girtî jî li gorî sala 2022’an ji 569’an daket 521’an.

Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkiye û Îranê jî gelek caran rojnameger girtine û xistine girtîgehê.

Back to top button