Ji UNICEFÊ banga alîkariya mirovî

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li çaraliyê cîhanê ji ber şer û felaketên avhewayê li zêdetirî 90 mîlyon zarokên ku jê bandor bûne, banga komkirina alîkariyê kir.

Dîrektora Giştî ya UNICEFê Catherine Russell di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de wiha got:

“Bi milyonan zarok di nava qeyranên mirovahî de mane

Divê zarok bi berdewamî xwe bigihînin xizmetên bingehîn ên wekî tenduristî, ava vexwarinê, paqijî an perwerdehiyê.”

Ji ber vê yekê UNICEF’ê banga komkirina 9,3 milyar dolaran kir ku di sala bê de li 155 welatan herî kêm 93,7 mîlyon zarok alîkarî bikin.

Ev fon bi giranî ji bo alîkariya penaberên Ukrayna, Afganistan, Sûrî, Sûdan û Komara Demokratîk a Kongoyê têne armanc kirin.

UNICEF armanc dike ku alîkariya 17,3 mîlyon zarokên ku hewcedarê derziyê hene,

7,6 mîlyon zarokên ji kêmxwarinê nexweş dikevin,

19,3 mîlyon zarokên ku perwerdehiyê nagirin

û 52,4 mîlyon zarokên ku ava vexwarinê bê parin, bike.

Her wiha wê ji 26,7 mîlyon zarokan re jî desteka psîkolojîk bê dayîn.

Back to top button