Pêkhateyên Hesekê tekez kirin ku dewleta Tirk wan hemûyan dike armanc, ewê bi şêwazê şerêgelê şoreşgerî xwe biparêzin.
Têkildarê mijarê welatiyê bi navê Cîhad Emîn ê Ereb nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriya Tirk ê li ser herêmê da û got:
“Bila Erdogan zanibe ku ew ne tenê pêkhaetyekî, lê belê wê hemû pêkhateyan li hember xwe bibîne.”
Endama Yekîtiya Jinên Ermen Anî Ardemiyan jî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû pêkhatiyan in û êrişa li dijî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro îsbata vê yekê ye.
Fewaz El Şêx: Ji ber bêdengiya hêzên derve êriş didomin
Her wiha yek ji endamê Meclisa Giştî ya Reqayê Fewaz El Şêx jî balkişand ser êrişên dewleta dagirker û daxuyakirin ku ev êriş ji ber bêdengiya hêzên navdewletî pêk tê.