Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê sibe dest pê dike

13’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê li sînemaya Zîs a Hamburgê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku ji serhildana Rojhilatê Kurdistanê hatiye wergirtin, dest pê dike.

Mîhrîcan wê sibê di saet 20:00’an de bi muzîk û stranên Kurdî dest pê bike.

Hunermendên ji Bakurê Kurdistanê wê tevlî bibin .

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de wê fîlma Kurdî “Cîran” a derhênerê Kurd Mano Xelîl were pêşandan.

Mîhrîcan bi rêya fîlman balê dikişîne ser şerên ku li cîhanê diqewimin..

Endamê Komîteya Ragihandinê ya Mîhrîcanê Rawend Cewad diyar kir ku sînemeya Kurdî mîna şoreşekê ye ku girîng û pîroz e û got :

Divê em bizanin ku hunera Kurdî bi hemû aliyên xwe girîng e..

divê em çanda Kurdî bi cîhanê û kurdistaniyên li derve bi rêya fîlm û sînemaya Kurdî bidin naskirin.”

Cewad da zanîn ku dê di mîhrîcanê de 5 fîlmên dirêj, 10 belgefîlm, 11 kurtefîlm û 2 fîlmên kartonî werin pêşandan.

Îsal wê Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê li Almanyayê 6 rojan bidome.

Back to top button