“Lihevkirina Enqere û Şamê wê aloziyan zêde bike”

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Ebdî bersiv dan pirsên rojnameya Şerq El Awsat.
Di rojeva hevpeyvînê de, lihvekirina muhteml a di navbera Erdogan û Beşar Esed,
Gef û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê.
Encama pêwendiyên Rêveberiya Xweser û hukûmeta Şamê.

Rojnameya Şerq El Awsat têkildarî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, hevpeyvîn li gel fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî pçk anî.

Li ser meseleya hewldanên şefê rêjîma Tirk Erdogan a lihevkirina di navbera Enqere û Şamê de, Mazlum Ebdî ev nirxandin kir:

Eşkere ye ku bi salane di navbera herdû aliyan de pêwendiyên îstîxbaratî dewam dikin.

Eşkere armanc ji van hewldanên Erdogan, êrişa li dijî îradeya gelên me ye.

Bi taybet jî hêzên me ên bi salan şerê terorê dikin.

Ew ê bi ti awayî wê rê li ber çareseriya siyasî veneke, berevajî wê zerarê li îradeya gelan bike.

Lewma pêwîste herkes li dijî vê yekê rabe.

“Helwesta Amerîka û Rûsya li dijî êrişan lewaz e”

Mazlum Ebdî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên wan hê jî dewam dikin û got;

Rûsa û Amerîka xwe weke hêzên garantor nîşan dan. Lê helwesta wan li dijî êrişan qels e.

Di nava 2 salên dawî de 70 êrişên bi balafirên bê mirov pêk hatin.

Siyasetvan, xelkê sivîl û fermandarên QSD’ê ên şerê DAIŞ’ê kirine, bûn armanca van êrişan.

Divê were zanîn ku ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk, mafê bersivdayînê bikar bînin.

“Hevdîtinên Rêveberiya Xweser û Şamê dewam dikin”

Têkildarî encama hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hukûmeta Şamê de jî fermandarê QSD’ê got,

Em bi wê yekê bawerin ku wê hemû alozî bi rêya danûstandinê werin çareserkirin.

Pêwendiyên me li gel Şamê dewam dikin.

Lê zû ye ku em bêjin, encamên erênî hatine bidestxistin.

Rojnameya Şerq El Awsta daxwaza Şamê ya tevlîkirina QSD’ê nava artêşa Sûrî bi bîr xist.

Mazlum Ebdî jî ev mijar wiha şîrove kir:

Hêzên QSD’ê ku ji Kurd, Ereb û Xirstiyanan pêk tê, xaka Sûrî li dijî êirşên terorê diparêze.

Ev têkoşîn li Bakur û Rojhilatê Sûrî hê jî dewam dike.

Ne pêkane ku hêzên QSD’ê werin jihevxistin.

Back to top button