Moskow tevî Kîevê Ewropa xistiye nava fikaran

Dengê çekan qet kêm nabe û metirsiya derketina şerekî li sînorê Ewropa heye. Tetbîqata leşkerî ya Rûsya-Belarûs di roja 5. an de ye. Li gorî raporên îstixbareta Amerîka, êrişa dagirkerina Ûkrayna wê 16’ê Sibatê pêk were. Li dijî vê yekê sewqiyatên leşkerî yên welatên Rojava bo Kîevê didomin.

Guleyek bi têrê dike ku rewşa li sînorê Ûkrayna û Rûsya aloztir bike.

Tetbîqatên leşkerî û hebûna bi sedhezaran leşkerî li sînorê van welatan, metirsiyek zêde daye avakirin.

Dengê çekan ji herêmê qet kêm nabe.

Moskow bi çekên giran, dixwaze çavê Kîevê bitirsîne.

Lê Kîev jî bi piştevaniya xwe ya ji Ewropa û Amerîka hewil dide, hebûna xwe nîşan bide.

Sewqiyatên leşkerî yên ji bo Kîevê dewam dikin.

Lijneyek bi alîkariya din a ji bo Hêzên Çekdar ên Komara Lîtvanya doh gihîşt herêma Boryspil ya Ûkrayna.

Lê tevî van sewqiyatan jî Kîev bitirse.

Ûkrayna ya ku bi giştî xwedî 5,638 kîlometre sînorê bejahî ye, bi cîranên xwe yên rojhilat re di nava aloziyê de ye.

Ev sînor bêtirî 2,300 kîlometre tenê bi Rûsya re ye.

Nexwasim, di nava demên dawiyê de, daxwaza Moskow ya ji bo Kîevê zêde bûye.

Li aliyê din Belarûs jî êdî gefek sereke ya li dijî Ûkrayna ye.

Li vî herêmê jî 1,125 kîlometre sînorê bejahî heye.

Amerîka: Rûsya di her kêliyê de dibe ku êrişî Ûkrayna bike

Hemwextî van fikaran, berpirsên payebilind ên Amerîkî gotin, ew nikarin piştrast bikin ku îstîxbarata Amerîkî agahdarî wergirtiye ku Rûsya plan dike ku roja Çarşemê êrîşî Ûkraynayê bike.

Berpirsan destnîşan kirin ku ew ê hewl bidin bi parvekirina tiştên ku di derbarê planên Rûsyayê de dizanin pêşî li “êrîşên sosret” bigirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan di daxuyaniya xwe ya li ser kanala CNN ê de diyar kir ku Rûsya her kêliyê dikare êrîşî Ukraynayê bike.

Kanada leşkerên xwe yên li Ûkrayna paşde vekişand

Kanada ya ku metirsiya li herêmê dibîne, piştevaniya xwe ya ji bo Ûkrayna vekişand.

Kanadayê polîs û xebatkarên xwe yên ji bo perwerdekirina polîs û yekîneyên leşkerî yên Ûkraynayê ji vî welatî derxist.

Ji aloziya kirimê ve kîev û Moskow li dijî hev rawestiyane

Aloziya navbera aliyan demek dirêje didome.

Kîev ji sala 2014’an ve, dema ku Kirim ji aliyê Rûsyayê ve hat kongrolkirin, li du herêmên sînorê welatê xwe bi Rûsyayê re şerê cudaxwazan dike.

Di şer de heta niha bêtirî 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di dema ku Kîev diyar dike ku Rûsya piştgiriya leşkerî dide cudaxwazan, Moskow van îdiayan red dike.

Back to top button