Li paytexta Urdin Emanê Lûtkeya Bexda 2 pêk hat.
Ji gelek welatên rojhilata navîn û ereban lîder başdar bûn.
Encamnameya Lûtkeyê jî eşkere bo.
Beşdaran piştgirî dan têkoşîna Iraqê ya li dijî ‘terorê’ û bi riya diyalogê çareserkirina hemû pirsgirêkan.
Li paytexta Urdin Emanê doh Lûtkeya “Bexda 2” ya taybet bi rewşa ewlehiya Iraqê bû hate lidarxistin.
Lûtke bi tevlîbûna Serokkomarê Fransayê û gelek nûnerên welatên Rojhilata Navîn û Ewropa pêkhat.
Piştî lûtkeyê, welatên beşdar daxuyaniyeke hevpar dan.
Encamnameya lûtkeya “Bexda 2” eşkere bû
Di daxuyaniyê de, hevkariya ji bo piştgiriya li ewlehî, aramî, serwerî, demokrasî û hewldanên ji bo diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê hate dayîn.
Herwiha piştgiriya ji bo Iraqê ya di têkoşîna li djiî ‘terorê’ û derbasirina hemû astengiyan jî hate dûbare kirin.
Li gorî daxuyaniyê, welatên tevlîbûne, piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên Iraqê yên ji bo gihîştina pêşxistina piralî û karkirina ji bo avakirina yekîtiya aborî û hevkariya li gelek sektoran, destnîşan kirine.
Ev yek taybet diwarê enerjî, av, elektirîk, ewlehiya xurekê, tenduristî, veguhestin, projeyên binesazî û parastina avhewayê.
Herwiha beşdarên civînê teqez kirin ku lûtke di duyemîn rûniştina xwe de pabendbûna xwe bi piştevaniya rola Iraqê li ser bingeha cîrantiya baş, destwernedana di karûbarên navxwe û rêzgirtina li yasayên navdewletî, çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û alîkariya bihêzkirina ewlehî û aramiyê nîşan didin.
Di dawiyê de welatên tevlîbûne ji bo lidarxistina lûtkeya sêyemîn a Bexda û şêwira li ser dem û cihê wê lihevkirine.
Lûtkeya “Bexda 1” Tebaxa 2021’an de li paytexta Iraq Bexdayê pêkhatîbû.