Ji NY berteka li dijî Talîban ê

Rêveberiya Talîban a li Efxanistanê ji ber polîtîkayên dide meşandin, her dibe cihê bertekan.
Bi taybet ji ber mijara zayendî.
Talîbanê çûyêna jin û keçan ya li zanîngehê qedexe kiribû.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres bang li Talîbanê kir ku biryara xwe paşde vegerîn e.

Ev der Efxanistan e.

Bi gotineke din, welatê ji bo jinan veguheriyî zindana servekirî.

Piştî Tevgera Talîbanê 15’ê Tebaxa 2021’an dest bi kontrolkirina welat kir, êdî rewş her ku çû kembax bû.

Rewş taybet ji bo jinan pir giran bû.

Xwendin, derketina nava baxçeyên giştî, hewz, holên werzîşê, cil û berg.

Ji Guterres bo Talîbanê: Jinan ji xwendinê dûr nekin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li dijî vê yekê bertek nîşanda.

Antonio Guterres di daxuyaniya xwe ya li baregeha NY ya li New Yorkê de, nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku bi vî awayî wekheviya mafên jin û keçan tê binpêkirin.

Guterres bal kişand ser wê yekê ku astengiyên Talîbanê li ser xwendina bilind ji bo jin û keçan wê encamên neyînî li ser paşeroja welêt bike.

Sekreterê Giştî yê NY bang li rayedarên Efxanî yên ku ji hêla civaka navneteweyî ve nayên naskirin kir ku ji vê biryarê vegerin.

Guterres di banga xwe ya ji bo rêveberiya Efxanistanê de daxwaz kir ku hemû jin û keç di hemû qonaxên perwerdehiyê de wekhev bin.

Talîbanê xwendina jinan li zanîngehê qedexe kir

Talîbanê doh ragihandibû ku jin û keçên li welat wê êdî ji bo xwendina zanîngehê neyên qebûlkirin.

Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind ya Hikumeta Talîban Hafiz Siyaela Haşimî ev yek bi daxuyaniyekê ragihandibû.

Dema Tevgera Talîban despêkê hat ser desthilatdariyê, peyamên nerm dan.

Lê di paşerojê de, binpêkirinên mafên mirovan li welat roj bi roj zêdetir dibin.

Bi taybet zext û zordariya li ser jinan her ku diçe dijwartir dibe.

Back to top button