Biden peymana nukleerî weke “mirî” binav kir

Hêviyên rêveberiya Tahran ya bi gotinên Serokê Amerîka Biden re têk diçe.
Peymana nukleerî care din li naverastê maye.
Lê vê carê ya diyar Amerîka li gel xwe ev peyman bi dawî kiriye.
Biden li ser mijarê axivî û got:
Peymana nukleerî ya Îranê miriye, lê em niha wê ranagihînin.

Peymana nukleerî ya Îranê, ji bo Tahranê her weke hêviyeke rabûna cezayên li ser welat dihat dîtin.

Lê ya diyar êdî ev hêvî li ber avê diçin.

Helwesta rêveberiya Amerîka li ser mijarê helwesta xwe zelal kir.

Daxuyaniyên nû yên Serokê Amerîkayê Joe Biden ya derbarê peymanê de, derketin holê.

Çalakvanê Îranî Damon Magsûdî li ser tora xwe ya civakî dîmenên sohbeta Biden a bi Îraniyan re bilav kir.

Ev nîqaş di dema serdana Biden a 4’ê Mijdarê bo eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê de hatiye kişandin.

Di dîmenan de jinek Îranî ji Biden re got, “Serok Biden, ji kerema xwe tu dikarî ragihînî ku Plana Berfireh a Hevbeş (JCPOA) a peymana nukleerî mirî ye?

Hûn dikarin vê yekê ragihînin?”

Biden di destpêkê de bersiva “Na” da û piştî pirsa “Çima?”

Hate bihîstin ku Biden got,

“Gelek sedem hene.

Ew miriye, lê em ê ranegihînin.

Çîrokek dirêj e, lê em ê piştrast bin.”

Jin paşê got, “Em bi ti awayî peymanê naxwazin.

Lihevkirin tune!

Ew me temsîl nakin, ew ne hukûmeta me ne,

Biden ji jinê re dibêje;

“Ez dizanim ku ew we temsîl nakin, lê ew ê xwedî çekek nukleerî bin ku temsîl bikin.”

Plana Berfireh a Hevbeş (JCPOA) ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump 2018’an de bi awayekî yekalî vekişandibû aloziya navbera Tehran û Waşîngtonê zêde kir.

Deshilata Tehranê piştî vekişîna yekalî dest bi hilberandina Uranyumê kir.

Her çiqasî bi hatina rêveberiya Joe Biden re danûstandinan despê kiribe jî lê ya diyar ti armancek lihevkirina vê peymanê nîne.

 

Back to top button