KOMÊN ÇETE SIVÎLAN DIREVÎNIN Û 100 HEZAR LÎRE JI WAN DISTÎNIN

Li aliyekî din revandina sivîlan û gefên li dijî Efrîniyan ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve, bi hovane û bê-navber didomin.

Çeteyan li gundê Meriskê yê navçeya Şera xortê 14 salî yê bi navê Ehmed Munîr Xelîl revand.

Li gundê Bilêlko yê navçeya Reco jî, ciwanê 23 salî yê bi navê Mistefa Mihemed Hemadê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hat revandin.

Hat zanîn ku komên çete bi tawanên cur bi cur sivîlan direvînin.

Ji bo serbestberdana wan jî, 100 hezar lîreyên Sûrî ji wan distînin û wan berdidin.

Leave a Reply

Back to top button