ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 104’AN DE YE

Li başurê Kurdistanê çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin.
Berxwedana Nasir Yagiz di roja 104’an û ya Fedîla Tok jî di roja 44’an de bi israr berdewam dikin.

Berxwedana Endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurditanê Nasir Yagiz di roja 104’an de ye.

Tevî ku rewşa tendrustiya Yagiz nebaşe jî lê dîsa bi israr çalakiya xwe didomîne.

Duh li ser navê saziya civakî ya Solîdarîtê Med Kurdî Stan şandeyek serdana Nasir Yagiz kir.

Şandeyê diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû çalakgerên greva birçîbûnê û berxwedana wan silav kirin.

Di heman demê de berxwedana endama meclisa Iştar ya Mexmûrê Fedîla Tok di roja 44’an de ye.

ÇALAKIYA LI BAJARÊ SILÊMANÎ DI ROJA 79’AN DE YE

Çalakiya Greva birçîbûnê ya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî di roja 79’an de ye.

Duh çalakî ji aliyê koma 41.emîn ve hate dewir girtin.

Leave a Reply

Back to top button