Li Filîpîn..Ji alîgiriya DAIŞ’ê ber bi xebatên cotkariyê ve

Li Filîpînê bi sedan çekdarên berê ên koma binavê Ebû Sayaf, niha dest bi karê cotkarî û çandiniyê kirine.
Xebata nû ya van çekdarên ku girêdayî DAIŞ’ê bûn, di çarçoveya bernameya rehablîtasyonê ya artêşa welat tê birêvebirin.

Sala 2014’an li Filîpînê koma radîkal a binavê Ebû Sayafê, dilsoziya xwe a bi çeteyên DAIŞ’ê re ragihand.

Ji wê demê ve di navbera wan û artêşa welat de şer destpêkir.

Sala 2017’an berpirsê komê, Isnîlon Hapîlon ji aliyê leşkerên Filîpînî ve hat kuştin.

Paşê kom ji hev belav bû û derdora 900 çekdar xwe teslîmî artêşê kirin

Artêşa Filîpînê ji bo dûrxistina van kesa ji radîkalîzm û tûndiyê, binavê “ji çekdarî ber bi cotkariyê ve” projeyeke amade kir.

Û niha di çarçoveya vê bernameyê de, bi sedan çekdarên berê yên Ebû Sayaf dest bi xebatên çandiniyê dikin.

Rayedarên artêşê diyar kirin ku bi rêya van xebatên ew ê herêmên hatine rizgarkirin ji nûve ava bikin û destekê bidin jiyana mirovan.

Back to top button