Polîsa Sûdanê toreke qaçaxçiyên çekên Tirkî têk bir

Rêveberiya Polîsa Sûdanê ragihand ku toreke qaçaxkirina çekên Tirkî li herêma Qedarifê hat têkbirin.

Polîsa Sûdanê diyar kir ku torekeke qaçaxkirina çekên Tirkî yên biçûk di kemînekê de li herêma Qedarifê hat têkbirin,.

Rêveberiya Polîsê da xuyakirin ku piştî şerê di navbera her du aliyan de, 107 demançeyên Tirkî li Wihdet El-Şewak a Rojhilatê Sûdanê, hatin girtin.

Polîsa Sûdanê da zanîn ku qaçaxçî reviyan daristana Fîl a herêma Qedarifê û ti ziyanên madî û canî çênebûn.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close