Berî 3 mehan, çeteyan sivîlek li Serê Kaniyê revand, piştî malbatê 15 milyon leyîra sûrî weke fidiye dan hat berdan.
Navenda belgekririna binpêkirinên li Bakur û Rojihilatê Sûrî der barê mijarê de ev agahî pareve kir.
Piştî dagirkirina Serê Kaniyê Şêniyê bi navê Adil Hecî vegeriya mala xwe, ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ve hat revandin.
Idil Hecî ji aliyê çeteyan ve hat îşkencekirin û av û xwarin li ser wî hatibû qutkirin û mala wî hat şewtandin.
Navendê diyar kir ku piştî sê mehan ji revandina Adil, bermaberî 15 milyonan hat berdan.