ANHA: Ji ber topbarana dewleta Tirk li ser navçeyên Efrîn û Şehbayê sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Ajansa ANHA’yê ragihand ku, Artêşa Tirk bi dehan gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê topbaran dike û sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku, saet 4:30 sibehê, li kêleka gundên Şera û Şêrawa, gundên Meranaz, Alqemiyê, Til Ecar, Kefer Antun, Tinebê, Irşadiyê, Dêrcmêl, Aqibê, Bênê û Soxanekê, Eyn deqnê, Bêlûniyê, Şêx Hilal, Kefer Neya, Hirblê yên Şehbayê di bin topbaranê de ne.

Her wiha hemwextî wê, balafirên bêmirov li ser herêmên navborî digerin.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî, topbaran û êrîşên çeteyan dewam dikirin

Back to top button