Piştî Artêşa Niştimanî ya Lîbî li ser komîteya leşkerî ya hevbeş erê kir, Almanya civînekê ji bo agirbestê li dar dixîne.
Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ew ê civîneke nû der barê agirbesta Lîbyayê de li dar bixin û diyar kir wê “hemû wezîrên derve yên li Kongreya Berlînê amade bûbûn, careke din di nîvê meha Adarê de li hev rûnên.”
Maas destnîşan kir ku “pir pêwîst e di nava rojên bê de herdu aliyên şer li hev bicivin û teqezî li ser xebatên Konseya Ewlekariyê kir, ku ew ê biryarekê ji bo welatên ku “biryara qedexekirina çekdan” binpê dikin, derxîne.
Di kongerya Berlînê ya ji bo Lîbya de qedexekirina çekan bo Lîbya û avakirina komîteyke leşkerî hevbeş ku dê agirbestê bişopîne hatin erêkirin.
Aloziya Lîbyayê
Cezayîr li ser pêwîstiya bidûrxistina çekdarên biyanî li Lîbyayê teqez kir
Li aliyekî din, duh jî serokkomarê Cezayîr û yê Tûnisê ji bo rewşa Lîbyayê civiyan û li ser “pêwîstiya bidûrxistina çekdarên biyanî ji Lîbya û qedexekirina veguheztina çekan ji welatên cîran re,” teqez kir.