Bi navbeynkariya Tirkiye û Erebîstana Siûdî di navbera Ukrayna û Rûsyayê de pevguhertina girtiyan pêk hat. Di çarçoveya peymanê de, Rûsyayê fermandarên Tabûra Azov û girtiyên ji 10 welatiyên biyanî jî di nav de 215 girtî serbest berdan.
Li pêşberî vê, Ukrayna jî lîderê siyasî yê alîgirê Rûsyayê Vîktor Medvedchuk di nav de 55 girtî, radestî Moskow kir.
Danûstandinên pevguhertina girtiyan a demdirêj di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi navbeynkariya Tirkiye û Erebîstana Siûdî bi dawî bû.
Di daxuyaniya li ser mijarê ku aliyan parve kirî de hate gotin;
Pevguhertina girtiyan pêk hatiye.
Bi navbeynkariya Erebistana Siûdî 5 jê Îngilîz 10 çekdarên biyanî hatin berdan û ji Rûsyayê bi balafirê birin Riyadê.
Wezareta Karê Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku di pevguhertina girtiyan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi navbeynkariya Welîehd Mihemed Bin Selman 10 kes hatin berdan.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku kesên dîl hemwelatîyên Fas, Amerîka, Îngilîstan, Swêd û Xirwatîstanê ne.
Hat ragihandin ku rayedarên peywendîdar ên Erebîstana Siûdî girtî ji Rûsyayê sewqî Erebîstana Siûdî kirine û hewil didin ku vegera bo welatên wan hêsan bikin.
Fermandarê tabûra Azov wê li Tirkiyê bimîne
Pevguhertina girtiyan a mezin di navbera aliyên Rûsî û Ukrayna de li bajarê Chernihiv ê li bakurê Ukraynayê pêk hat.
Di nava leşkerên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatin radeskirin de, fermandarên Tabûra Azov jî hebûn.
Tabûra Azov di dema dorpêçkirina Mariupolê de bi rojan li dijî hêzên Moskowê li ber xwe dabûn.
Ev tabûr bi alîgiriya xwe ya Nazî dihat sûcdarkirin.
Hat ragihandin ku fermandarê tabûra Azov wê li Tirkiyê bimîne.



